Rêveberiya Trafîkê hişyarî da ajokaran ku rêya Qamişlo-Tirbespiyê bi kar neynin

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê da zanîn ku ji ber barana dijwar a ku di rojên dawî de li herêmê bariyaye beşek ji pira li ser rêya sereke ya Qamişlo û Tirbespiyekê hilweşiyaye, ji lew re divê ajokar wê rêyê bi kar neynin.

Rêveberiya Trafîkê hişyarî da ajokaran ku rêya Qamişlo-Tirbespiyê bi kar neynin
16 adar, 2026   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji ber hilweşîna beşek ji pira li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê ya ji ber baran dijwar agahdariyek da ajokaran û got: "Ji ber barana dijwar a ku di rojên dawî de li herêmê bariyaye, beşek ji pira li ser rêya sereke ya ku bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi hev ve girê dide, li nêzîkî gundê Dugirê, hilweşiyaye û ji bo trafîkê xeterek çêkiriye. "

Rêveberiyê da zanîn ku "Dewriyeyên me dest bi danîna nîşanên hişyariyê li cihê bûyerê û birêvebirina trafîkê kirine da ku ewlehiya welatiyan misoger bikin û pêşî li qezayan bigirin."

Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji hemû ajokaran xwest ku pir baldar bin û heya ku xebata tamîr û lênêrînê biqede, bi awayekî demkî ji bikaranîna vê rêyê dûr bisekinin. Her wiha ji ajokaran tê xwestin ku ji bo ewlehiya giştî hemû talîmat û rêbernameyên ku ji hêla Rêveberiya Trafîkê ve hatine dayîn bişopînin.

(fr)