ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2026
16 ÇILE, 2026   02:00

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de birîndar bûne diyar kirin ku çeteyan bi awayekî hovane êrişî taxan kirin û zarok jî kirin hedef. Endaman got, wan bi hemû hêza xwe parastina sivîlan kirin û biryara ’heta dawiyê berxwedan’ dabûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Reqayê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku QSD’ê ewlehî mîsoger kiriye û rê li pêşiya jinan vekiriye da ku bibin tevkarên rasteqîn di civakê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvanê siyasî Feysel Xelîfe diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên sûc û pêkanênên li dijî Sûriyeyan û got, bêdengî dihêle ku nexşerêya siyasî û demografî ya Sûriyeyê li esasê mezhebî û etnîkî bê guhertin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şahidekî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de sivîl, binesaz û nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikirin armanc. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Birakê êrişên hikumeta demekî yên li ser gelê taxên Helebê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û banga parastina sivîlan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi daxuyaniyekê êrişa çeteyên hikumeta demkî ya li ser gorên şehîdên Şêxmeqsûdê şermezar dike, 09.00ˊan, li Girkê Legê jî Meclias Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê li pêş avahiya xwe dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star bi armanca piştgiriya berwedana dîrokî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dilsoziya bi şehîda fedayî fermandar Denîz Çiya û hevrêyên wê re li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN