ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2024
15 hezîran 2024   02:00

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hiqûqnas Îbrahîm El Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bendên 3, 4 û 5 ên madeya yekemîn a peymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike û wan çekan li dijî gel bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şewitandina pirêzeyê zirareke mezin dide jîngehê û dîrekên kehrebeyê. Tevî ku Desteya Çandinî û Avdanê biryara qedexekirina şewitandina pirêzeyê derxist, lê dîsa jî gelek cotkar pirêzeyan dişewitînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê Mahir Ebû Letîf destnîşan kir ku serhildana gelê Siwêdayê derbasî her malekê bûye û got: "Ne mimkin e çavsoriya Partiya Baas û hêzên wê yên ewlehiyê careke din vegerin."

Li bajarê Qamişlo ji malbata şehîd Silêman Yûsif re tê xwestin. Sersaxî li mala wî ya li taxa Kornîş tê qebûlkirin, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi boneya êvara Cejna Qurbanê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê goristanên şehîdan ziyaret dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA