`Tirkiye peymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike`

Hiqûqnas Îbrahîm El Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bendên 3, 4 û 5 ên madeya yekemîn a peymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike û wan çekan li dijî gel bi kar tîne.

`Tirkiye peymana qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike`
15 hezîran, 2024   04:05
MINBIC

Hiqûqnas Îbrahîm El Îbrahîm der barê çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne de ji ajansa me re axivî.

Hiqûqnas Îbrahîm El Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku peymana qedexekirina çekên kîmyewî sala 1993`yan hate derxistin û 131 dewletan îmze kirine.

El Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker jî peymana qedexekirina çekên kîmyewî îmze kiriye, lê belê çekên kîmyewî yên wek fosfora zer li dijî Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

El Îbrahîm îşaret bi bendên 3, 4 û 5 ên madeya yekemîn a peymana qedexekirina çekên kîmyewî kir û got: "Li gorî van bendan, divê çekên kîmyawî bên tunekirin. Lê belê dewleta Tirk van çekan li Sûriye û Iraqê bi kar tîne."

El Îbrahîm diyar kir ku tevî peymanên navneteweyî yên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî lê delîl û îsbat hene ku dewleta Tirk a dagirker ev çek li Efrîn û Serêkaniyê bi kar aniye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo bikaranîna van çekan bên rawestandin me gelek caran daxwazname pêşkêşî civata navneteweyî kiriye. Gelek rêxistin û hiqûqnasan di vî warî de piştgirî dane me, lê belê heta niha ev daxwazên me bê bersiv in."

El Îbrahîm destnîşan kir ku  hewldanên belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hene, lê dewleta Tirk şerê her aliyên hewl dide delîlan li ser sûcên wê kom bike, dike.  El Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya têkiliyên xwe yên îstixbaratî, leşkerî û aborî nahêle civata navneteweyî helwestekê li hember sûcên wê nîşan bide

Di dawiyê de hiqûqnas Îbrahîm El Îbrahîm destnîşan kir ku hiqûqnasên li herêmê ji bo gihandina dengê xwe ji qadên cîhanî û hêzên navneteweyî re û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê kar û xebatên xwe didomînin. El Îbrahîm got, heta hesab ji dewleta Tirk neyê pirsîn dê hewldanên wan berdewam bikin.

(şx)

ANHA