ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-07-2024
13 tîrmeh, 2024   02:00

Malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê diyar kir ku PDK bi aşkerayî destekê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê: Em li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gerîla silav dikin û hevkarî û xiyaneta PDK’ê şermezar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê kongreya xwe ya 2’yemîn li Hola Marbela ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba konferansa xwe ya 9’emîn li Hola Mîtan a li bajarokê Ehdasê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Hişbirê ya kantona Tebqayê bi hevkariya Rêxistina Sewaid El Furat semînerekê li ser xetereyên hişbir û rêbazên têkbirina wê dide. Semîner li navenda Çandê ya li bajarê Tebqayê tê dayîn, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê meşekê ji rêya Helebê ya li naverasta bajarê Kobanê ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve li dar dixe. Li pakrewangeh jî mûm li ser gorên şehîdan tên vêxistin, saet 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hunermend Mizgîn Tahir konsertekê li Parka Newroz a li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 20.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê derdikevin xwepêşandanê, saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA