Li Dêrîkê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
Dibistana hunerî ya havînî ya Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anî.
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê û şehîdan, Dibistana Hunerî ya Havînî ya Dêrikê li parka Vejîn a bajêr çalakiyek li dar xist. Bi dehan şênî lê hazir bûn.
Di çalakiyê de sinevizyonek têkildarî 14`ê Tîrmehê ya bi pêşengiya Mehmed Heyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek hate pêşandan.
Dûre fîlmek der barê berxwedanê, jiyana şehîdan û têkoşîna wan hate pêşandan.
(şx)
ANHA