ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2024
12 ÇILE, 2024   02:00

Ebdusetar Hec Hisên dema bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya asoyên wî yên kesayeta neteweyî ya Erebî fireh bûn, bi wê re fikirandina wê ya li ser doza gel ber bi fikirandina bi doza tevahî gelên bindest ve hatin guhartin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Kobanê diyar kir ku berxwedana şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê siyasetên hikumeta Şamê vala derxin û piştgiriya xwe ji şêniyan re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên kantona Cizîrê hemwextî barîna baş a baranê bi pirsgirêkeke din re rû bi rû man, ew jî belavbûna kurman e, ew kurm ji ber nepabendbûna cotkaran bi dewreya çandiniyê û nebûna pêlên qeşayê derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li qada Sûdanê di vê dawiyê de, piştî fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn serdana Afrîkayê kiriye û serokên dewletên Afrîkayê ew pêşwaz kir, pêşdeçûnên lez çêdibin. Li kêlek wê jî fermandarê Hêzên pIştevaniya Lezgîn bi serokwezîrê berê û nûnerê Kombûna Hêzên Sivîl Ebdullah Hemedok re civî. Li gorî çavdêran hin hewldanên herêmê hene ku Hemîdtî weke serokê siyasî nîşan bidin. (BI WÊNE)

Xelkê Kobanê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Egîd Kobanê. Konê sersaxiyê li gundê Xorxoy ê rojavayê bajêr tê vedan, saet 12:00ˊan

Komîteya Lihevanînê ya Hesekê rûniştineke lihevanînê di navbera eşîra El Cihêş û eşîra Sade El Niêm de li dar dixe, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA