7 hezar ton tov li cotkaran hatin belavkirin

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  7 hezar ton genim li cotkarên peyman îmze kirine, belav kirin.

7 hezar ton tov li cotkaran hatin belavkirin
7 hezar ton tov li cotkaran hatin belavkirin
11 ÇILE, 2024   22:35
QAMIŞLO

Hevserokê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şiyar Mamo da zanîn ku tovên genim ên başkirî li cotkarên ku ji Cotmeha par ve peyman îmze kirine, belav kirin.

Mamo destnîşan kir ku saziyê 7 hezar ton tovên genim belav kirin. Her wiha cotkarên kantona Cizîrê 5 hezar û 140 ton tovên genim ên başkirî wergirtin, bi wê re 2 hezar û 290 cotkaran sûd wergirt û li kantona Firatê hezar û 580 ton hatin belavkirin, di encamê de hezar û 130 cotkaran sûd wergirt.

Hejmara cotkarên peyman îsal peyman bi saziyê re îmze kirine, 3 hezar û 420 cotkar in, her wiha ji her donimekê re 32 kîlo genim sert û 30 kîlo genim ter hatiye veqetandin.

(mh)