ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2024
12 nîsan 2024   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku “ew ê bi hêza xwe dîwarên Îmraliyê bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî di nava xwe de bibînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Semîhe El Ebdo bi derfetên xwe yên basît xebitî û di demeke kin de werşeyeke xwe ya biçûk vekir ku ew û 2 jin pê re debara xwe pê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji destpêka salê ve, birêxistinbûneke civakî ya nû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hate avakirin ku diyarkirina siyasetên guncaw ji bo avakirina civakeke zana û demokratîk ji erkên wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di nava zeviyên genim de kurmik belav bûne û cotkar li hember vê bi fikar in. Desteya Çandiniyê jî bang li cotkaran kir ku dermanan lê bireşînin û destnîşan kir ku wê gelek tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî baranên gur li her deverekê kulîlkên biharê vebûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)