ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 – 07 – 2026
11 tîrmeh, 2026   02:00

- Salek di ser merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya 30 gerîlayên PKK’ê re ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas bû. Her çi qas dewleta Tirk gavên şênber neavêtibin jî di nava salekê de ji bo pêvajo rastî xirabiyan neyê Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên dîtir jî avêtine û vê jî bi xwe re pêşketinên siyasî û civakî derxistine holê. BI WÊNE

- Dr. Heval Îbrahîm Elî der barê xetereya germahiya zêde de hişyar da û xwest di saetên nîvro de kes xwe nede ber tavê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Miyan Mihemed 8 salî diçe werzîşa taekwandoyê û bang li hemû keçikan kir ku fêrî werzîşa taekwandoyê bibin.  BI WÊNE Û DÎMEN

- 5 hunermend hewl didin tabloyeke hunerî ya ku nasnameya bajêr nîşan dide, biafirînin.  Hunermendên ciwan navê bajarê xwe Kobaniyê nîgar dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Pirsgirêka avê ya Hesekê û Til Temirê ji ber stasyona Elokê çareser nabe. Şêniyên Hesekê bang li aliyên têkildar kir û got “Zêdetir dereng nemînin û pirsgirêka me ya avê çareser bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

- Emîra Feysel li malê penîr, sîrik û duhnê malê çêdike. Hem amadekariyên zivistanê dike û yê zêde dimîne difroşê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarê Til Temirê û malbatên dîlgirtiyan, bi doza serbestberdana şervanên QSD‘ê yên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine ragirtin, xwepêşandanekê li ser rêya M4 li dar dixin. Saet 18.00‘an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Hesekê li dijî erebekirina navê Kobanê û herêmên din ên Rojava ji aliyê hikumeta demkî ve daxuyaniyekê didin, saet 11.00‘an (BI WÊNE Û DÎMEN.