Piştî merasîma çekşewitandinê çi bû?

Salek di ser merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya 30 gerîlayên PKK’ê re ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas bû. Her çi qas dewleta Tirk gavên şênber neavêtibin jî di nava salekê de ji bo pêvajo rastî xirabiyan neyê Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên dîtir jî avêtine û vê jî bi xwe re pêşketinên siyasî û civakî derxistine holê.

Piştî merasîma çekşewitandinê çi bû?
11 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, li Şikefta Casenê ya Silêmaniyê, merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Merasîm ku li ser banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” hate lidarxistin, wekî qonaxeke dîrokî di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de hate nirxandin.

Merasîmê salek li pey xwe hişt. Di vê navberê de gelek gavên siyasî, leşkerî û civakî hatin avêtin. Di heman demê de gelek geşedan û nîqaşan jî rû da. Di vê salê de di pêvajoyê de çi bû, kîjan gav hatin avêtin û kîjan astengî derketin pêş?

Em ê di vê dosyayê de saleke pêvajoya piştî merasîma çekşewitandinê, geşedanên sereke bi berfirehî lêkolîn bikin.

BANGA DÎROKÎ YA 27’ê SIBATÊ

Di 27’ê Sibata 2025’an de heyeta DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Ozgur Erol pêk dihat, Banga Aştî û Civaka Demokrtîk a Rêber Abdullah Ocalan parve kir. Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de got "Wekî her civat û partiyeke hemdem a ku hebûna wê bi zorê nehatiye bidawîkirin bike, ji bo bi dewlet û civakê re bibin yek kongreya xwe kom bikin û biryarê bidin; divê hemû kom dest ji çekan berdin û PKK xwe fesih bike."

Sirri Sureyya Onder ev gotin piştî daxuyaniyê parve kir ku di metna bangê de nebû, lê belê Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî xwestibû ku bê ragihandin: “Bê guman di pratîkê de ji bo çek bên danîn û PKK xwe fesih bike divê siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî bê naskirin.”

PKK’Ê AGIRBEST ÎLAN KIR

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan di 1’ê Adara 2025’an de daxuyanî da. Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan bi cih were û bikeve meriyetê ji wê rojê pê ve agirbestê îlan dikin û wiha hate gotin: "Heta li hemberî me êriş pêk neyên dê tu hêzeke me ya leşkerî çalakiyên biçek pêk neyne. Berdana çekan ji bo pêk were encax bi pêşengiya pratîk a Rêber Abdullah Ocalan mimkun e." Ji wê rojê heta roja me ya îro agirbest di navbera aliyan de didome.

GAVA YEKEM KONFERANSA LI ROJAVA BÛ

Di 26’ê Nîsanê 2025’an de li bajarê Qamişloyê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" hat lidarxistin. Konferans piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ hat organîzekirin. Ev konferans yek ji gavên pêşîn ên pratîkkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bû. Ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyeyê, nûnerên partî û hêzên Kurdan û kurdistanî zêdetirî 400 delege beşdarî konferansê bûn.

PKK’Ê KONGREYA 12’EMÎN LI DAR XIST Û BIRYARA FESIHKIRINÊ DA

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibata 2025'an de aşkera kir, Kongreya 12'emîn a Awarte di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.

Kongre li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK'ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê, hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK'ê jî di nav de, 232 delege beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ve hate kirin. Piştî wê xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK'ê hate xwendin. Piştre nirxandinên pêvajoya siyasî-leşkerî, rojeva serdema têkoşîna nû hate kirin. Di kongreyê de ku 3 rojan dewam kir, nirxandinên piralî, nîqaş û tespît hatin kirin.

Li ser pêşnûme biryarên 'Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk' ku ji aliyê komîteya amadekar a kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayîn. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh hatin kirin, pêşnûmebiryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.

Di kongreyê de pêşnûmebiryara ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û raya giştî li bendê bû 'Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê' bû ku fesihkirina PKK'ê ji xwe re dikir armanc. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh biryar hate dayîn ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve bê birêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesihkirin, rêbaza têkoşîna çekdarî bê bidawîkirin û karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû bêne bidawîkirin.”

RÊBER APO BI DÎMEN BANG KIR

Rêber Abdullah Ocalan, 26 sal e li Îmralî di bin tecrîdeke pir giran de ye. 26 sal e hemû mafên wî yên hiqûqî jî tên binpêkirin. Ruxmî vê jî Rêber Abdullah Ocalan li ser esasê Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek pêş xist û hewl dide li şûna çek û şer, siyaseta demokratîk bike û mafê Kurdan di hiqûqê de mayînde bike. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêvajo nexitime, rastî rûxandinê neyê, bangeke bidîmen a dîrokî li Îmraliyê weşand. Dîmenên dîrokî di 9’ê Tîrmehê 2025’an de hatin weşandin û li cîhanê deng veda.

KOMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK ÇEKÊN XWE ŞEWITANDIN

Di 11’ê Tîrmehê de 30 gerîlayên PKK’ê ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kir, bi merasîmeke taybet û dîrokî li Şikefta Casenê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Merasîma çekşewitandinê ji aliyê sedan rojnamevanên ji Tirkiye, Kurdistan û cîhanê ve hat şopandin û bû rojeva sereke ya cîhanê. Dîsa gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û rêxistinan merasîm şopand. Gerîlayan beriya çekên xwe bişewitînin bi kurdî (kurmancî) û tirkî daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê tirkî ji aliyê hevseroka KCK’ê Besê Hozat ve û bi kurdî ji alî yek ji rêveberên Tevgera Azadiyê Nedîm Seven ve hat xwendin.

GAVA HERÎ ŞÊNBER: KOMÎSYON

Piştî merasîma çekşewitandinê ya dîrokî cara yekem li meclisa Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5’ê Tebaxê de bi navê “Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Neteweyî” ku ji 50 kesan pêk hat, komîsyonek ava bû. Derveyî IYI Partiyê, hemû partiyên di meclisê de li gorî hêza xwe ya meclisê endam dan komîsyonê. Komîsyonê gelek kesayet, sazî û dezgehên civakî û saziyên dewletê guhdar kirin. Piştî nîqaşên dirêj di 21’ê Mijdarê de komîsyonê biryara çûna Îmraliyê da. Di 24’ê Mijdarê de jî Komîsyona Meclisê ku ji serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, cîgirê serokê giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û cîgirê serokê giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman pêk dihat, li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtineke bi vî rengî cara yekem pêk hat. Ji ber vê yekê ev hevdîtin bi awayekî dîrokî hate pênasekirin.

RUXMÎ KÊMASIYÊN RAPORA KOMÎSYONÊ JÎ HATE QEBÛLKIRIN

Komîsyona meclisê piştî raporên partiyên siyasî dest bi amadekirina nivîseke hevpar a raporan kir. Komîsyona meclisê ev rapor di 18’ê Sibatê de di civîna dawî ya komîsyonê de erê kir û ji raya giştî re ragihand. Her çi qas rapor ji ber hin kêmasiyan hatibe rexnekirin jî, wek gaveke nû hat pêşwazîkirin.

GERÎLA JI BAKUR VEKIŞIYA

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26’ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qendîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Piştî vê gava dîrokî hat gotin ku di pêvajoyê de xitimîn çêbûye û ji bo ev xitimîn bê derbaskirin li ser însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê hezên xwe vekişandin derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê. Daxuyaniya rêveberiya Tevgera Azadiyê li hemû cîhanê deng veda û wek gaveke pêşvêçûna pêvajoyê hat nirxandin.

PEYMANA 29’Ê ÇILEYÊ HATE ÎMZEKIRIN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 5 û 6’ê Çileyê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç û êriş dan destpêkirin. Piştî êriş û pêvçûnên dijwar li Helebê, dorpêç û êriş berbelavî Dêr Hafir, Tabqa, Reqa, Dêrazor, Şedad, Hol, Til Koçer, Til Barak, derdora Hesekê, Bendava Tişrînê, derdora Kobanê û Ayn Îsayê bûn. Dema ku şer dewam dikir Rêber Abdullah Ocalan kete nava hewldanan û di encamê hewldanên Rêber Abdullah Ocalan de di 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Yek ji mijarên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde li ser rawestiya jî entegrasyona demokratîk bû. Di vê çarçoveyê de li Sûriyeyê di navbera Şam û Rojava de pêvajoyeke nû dest pê kir û heta niha jî her çi qas pêvajo carinan bixitime, carinan giran jî bimeşe jî, şer hat rawestandin û agirbestek di meriyetê de ye. Ji bo sepandina peymanê jî di navbera aliyan de pêvajo didome.

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêtin û merasîma çekşewitandinê pêk anî jî, di aliyê Tirkiyeyê de gavên pêwîst nehat avêtin. Gelo Tirkiye çawa nêzî pêvajoyê bû?

OPERASYONÊN DEWLETÊ DEWAM KIRIN

Li gel van gavên dîrokî jî desthilata AKP'ê demeke dirêj hem operasyonên xwe yên leşkerî nesekinandin hem jî operasyonên siyasî dewam kir.

Di Mijdara 2024'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate desteserkirin û qeyûm lê hate tayînkirin. Her wiha li hevşaredarê Colemêrgê yê ku wezîfeya wî hate desteserkirin Mehmet Siddik Akiş jî di 22'yê Mijdarê de 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Li hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û şaredarê Pilûrê Mûstafa Sarigul jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Piştî 2 rojan her du şaredarî hatin desteserkirin.

Di 29'ê Mijdar'ê de Şaredariya Miksê ya Wanê hate desteserkirin.

Di demekê de ku hevdîtinên Heyeta Îmraliyê dewam dikir, di 13'ê Çileya 2025'an de Şaredariya Akdenîzê, di 15'ê Sibatê de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di 24'ê Sibatê de jî Şaredariya Qaxizman a Qersê hatin desteserkirin.

Di navbera 18-21'ê Sibatê de vê carê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû hedef û rêveberên partiyên siyasî, sendîkavan, hunermend û rojnamevan jî di nav de 52 kes hatin binçavkirin.

Ji Adarê û pê ve êriş li şaredariyên CHP'yî hatin kirin, qeyûm hate tayînkirin ku operasyonên bi heman armancê hîn jî dewam dikin. Bi mûtlak bûtlan serokê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li şûna Serokê CHP’ê Ozgur Ozel wek qeyyum hat tayînkirin. Ev jî wek darbeyek li pêvajoyê hate şîrovekirin.

Di 3’yê Tîrmehê de bi biryara Wezareta Navxweyî dema qeyyûmê bajarê Mêrdîn, Êlih û Xelfetî du mehê din jî hatin dirêjkirin.

DEMA GAVAVÊTINA QANÛNÎ YE

Pêvajoya ku ji alî Rêber Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û di nava bêderfetiyan hat meşandin, gîhîştiye qonaxa herî hestyar. Giştî gavên siyasî, leşkerî û pratîk ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan de hatiye avêtin ve niha çavê hemû civakê li Meclisa Tirkiyeyê ye. Lazim e beriya ku Meclis bikeve betlaneya havînê qanûna kok ku wê bingeha qanûnî ya pêvajoyê tê pênasekirin, derbixe. Çavkaniyên DEM Partî diyar dikin ku, di navbera aliyan de hevdîtin didome lê heyeta DEM Partî hîn naveroka qanûna ku tê gotin ku wê were meclisê nedîtiye. Her wekî din çavkanî tînin ziman ku ji ber hîn li Îmralî bi Rêber Abdullah Ocalan re heyeta DEM Partî hevdîtin pêkneaniye ew nizanin ku ka Rêber Abdullah Ocalan ev qanûnê ku tê gotin wê were meclisê dîtiye an na. Lê AKP’yê daye zanîn ku wê piştî civîna NATO’yê ku wê 7 û 8’ê mehê li Enqereyê pêk were wê qanûna kok were meclisê.

Ev qanûn dikare bingeha qanûnî ya pêvajoyê ava bike û rê li ber gavên din ên demokratîk veke yan neke, ne diyar e.  Ji ber vê yekê, qonaxa niha em tê de pir girîng e, ka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi çi awayî berdewam bike û bikeve qonaxeke nû an na? Ji ber vê yekê hemû alî pir bi baldarî pêvajoyê dişopînin.

(ha)

ANHA