ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2024
10 kanûn, 2024   02:00

Jinên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê pergala qirkirin û êşkenceyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, şermezar kir û soza domandina têkoşînê da.

Di rewşa heyî de ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, girîngiya pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî wek modeleke xweparastinê xwe ferz dike.

Çîrokên kesên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê koçber bûne, êşa wan û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, nîşan didin. Tevî hemû êşan jî hêviya wan a vegera li ser axa xwe û avakirina pêşerojeke baştir, kêm nebûye.

Şêniyên Hesekê komkujiya hovane ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Musterîha yê bajarê Eyn Îsayê ku di encamê de 12 welatî şehîd bûn, şermezar kir. Şêniyan hêzên navneteweyî hişyar kirin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin.

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû û hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan. Îro ev rejîm hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li Stadyûma 12ˋê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Til Hemîsê der barê şerê gel ê şoreşgerî de li hola navenda çandê semînerekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN