ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-04-2024
13 nîsan 2024   02:00

Li gorî rûspiyan erka hişyarkirina civakê ye ku bi piştgiriya QSD`ê û Rêveberiya Xweser DAIŞ û fikrên wê yên tundraw tune bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ezîze El Utbe hewl dide bi taybet jinên tundî li wan hatiye kirin û jinên astengdar fêrî şêwekarî û pîşeyan bike, da ku ew bi xwe bawer bin û aboriya xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Salar Omerî ji amûrên kehrebeyê peykerên biçûk çêdike û hêvî dike ku bibe dahêner. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkoler û dîroknasê ji Iraqê Cewad El Beydanî destnîşan kir ku fikrên PKK'ê li gorî nêrîn û pêdiviyên şêniyên herêmê ne û li ser Iraq û şêniyên wê tu xetereyê çênakin, berovajî wê gelek kes ji tevahî herêm û pêkhateyan alîgirên fikrên PKK'ê ne. (BI WÊNE).

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê têkildarî bêrêziya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî goristana şehîdan a li bajarê Licê yê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê dide. Daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan tê dayîn, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê û navçeyê wê bi daxuyaniyeke hevbeş bêrêziya li hemberî goristana şehîdan a li Licê şermezar dike, saet 12.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA