Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê dide Colemêrgê

Jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Colemêrgê ya bi pêşengtiya jinan li dijî siyaseta qeyûman nîşan da û got: "Em bi we re ne, serhildana her parçeyekî Kurdistanê serhildana me tevan e."

Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê dide Colemêrgê
14 hezîran 2024   03:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Ji zêdetirî hefteyekê ye gelê Bakurê Kurdistanê li hember desteserkirina şaredariyan, destgîrkirina hevşaredaran, erkdarkirina qeyûman ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li qadan e. Nexasim piştî şaredarê Colemêrgê hat destgîrkirin û cezayê 19 sal û 6 meh li wî hat birîn. Li hember vê berxwedana gel, gelê Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyeke mezin nîşan dide.

Girêdayî wê, welatiya bi navê Hefîza Omer berxwedana Colemêrgê ya bi pêşengtiya dayikan silav kir û got: "Li her derê Kurdek hebe em piştgiriyê didin wî."

Hefîza wiha domand: "Serhildana jinan li 4 parçeyên Kurdistanê ne ji îro de ye, lê belê xwe dispêre dîrokeke dirêj a li dijî desthilatdariyê."

Li aliyekî din jî Semîra Hesen têkoşîna jinan di nava zexta dewleta Tirk a dagirker de silav kir û destnîşan kir ku berxwedana wan ji hemû plan û komployên dagirkeran xurtir e.

Emîne Salih jî piştgirî da serhildana gelê Colemêrgê, sûc û binpêkirinên li dijî wî şermezar kir û got: "Em bi we re ne, piştigiriyê didin serhildana we, binpêkirin û sûcên li dijî we şermezar dikin."

Emîne wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em jinên Kurdistanê xwedî îradeya xurt in û dikarin serkeftinê bi dest bixin. Em piştgiriya xwe ji dayikên Bakurê Kurdistanê re bi taybetî dayikên Colemêrgê nîşan didin"

(mh)

ANHA