Çima rastgirê tundraw di hilbijartinên Ewropayê de bi pêş ket- Hêvîdar XELID

Çima rastgirê tundraw di hilbijartinên Ewropayê de bi pêş ket- Hêvîdar XELID
14 hezîran, 2024   07:35

Di hilbijartinên Perlamentoya Ewropayê de Rastgirî tundraw li gelek welatan bi pêş ketin û di hin welatên ku nifûsa wê zêde ye mîna Almanya, Fransa, Îtalya, Spaniya, Holand, Hingarya û Plandayê de di rêza duyemîn û sêyemîn de bû. Di heman demê de li dewletên Skandînaviyayê partiyên rastgirê nerm hejmara herî zêde ya kursiyan bi dest xist. 

Pêşketina rastgirê tundraw di saziyên qanûnî yên Ewropayê de, piştî ku zêdetirî ji sedî 30`yê kursiyên Konseya Ewropayê yên 720 bi dest xist, di qada siyasî ya Ewropayê de gelek pirsnîşan derxist pêş. Piraniya wan pirsan têkildarî rastgir dê çawa bernameyên xwe di çend salên bê de birêve bibe, ev encamên trajedîk dê çiqas bandore li derxistina biryayê li Ewropayê bike. Dibe ku ev encamp guhertinên cewherî di gelek dewletên Yekitiya Ewropayê de çêke.

Serkeftina partiyên rastgir, pêşbînkirî bû. Mînak li Fransayê, van partiyan di encama rewşa dijwar a hundirîn ku welat tê re derbas dibe de, destkeftiyên girîng bi dest xistin. Pirsgirêkên aborî, bihabûn, bêkarî, astengiyên li pêşiya qada tenduristiyê, perwerde, zêdenekirina fonan, lêçûna serîlêdana li enerjiya nûjenkirî, hêrsa li hember nakokiyên jeosiyasî yên ku zêde dibin, pirsgirêkên qada çandiniyê ku di encama siyasetên Yekitiya Ewropayê de lêçûna çandiniyê zêde bû, şerê Ukrayna û Rûsyayê jî bandor li vî welatî kir. Her wiha gelek sedemên din jî hene ku hişt rastgir bi hêz di hilbijartinan de bi pêş keve.

di analîzên gelek navendên lêkolînan de, nêrînên cuda hebûn. Hinek dibêjin, ji çend salan ve her kes li Yekitiya Ewropayê ji ber rêbaza derxistian biryarê li Brukselê ne razî ne û dibêjin biryarên ku derdikevin girêk in û ji rewşa rojane dûr in. Ji ber wê rêjeya tevlêbûna di hilbijartinên Yekitiya Ewropayê de kêm e.

Rastgirê hişk bi gelkî (populist) tê wesifandin. Gelek dozên girêdayî gelê Ewropayê bi kar tîne. Nemaze piştî paşketina rewşa jiyanî û bextiyariya gelên li wir. Lê belê ji pirsgirêkên gelê Ewropayê re nikare çareseriyên rastîn û bingehîn peyda bike. Ew hestên netewperestiyê tehrîk dike. Mînak dibêje Yekitiya Ewropayê ji bo Fransayê pirsgirêka herî mezin e. Ew ji ber siyasetên YE`yê her tim ji dest dide, ew li gorî tê xwestin qîmetê nade Fransayê, girîngiyê nade siyasetên wê yên derve, hêza wê ya derve û ya aborî. Ev mijar li ser Almanyayê jî derbasdar e.

Helbet partiyên rastgir, van nirxandinan di xîtabên xwe de her tim dubare dikin bi taybet li Fransayê. Lê belê, ji bo pirsgirêkên li welêt, dosyaya penaberan a hesan û girîng, ti çareserî li cem wê nîn e. Li gor hin aliyên têkildar heke penaber ji Fransayê bên qewitandin, dê zirar li aboriya Ewropayê bi giştî bibe.

Bi pêşketina rastgiran re, parzemîna Ewropayê dê rûbirûyî gelek dosyayan be. Dê hewldanên başkirina hewîrdorê ku di vê dawiyê de di lûtkeya bernameyên YE`yê de bû, bi paş kevin. Ew ê jî bi awayekî neyînî bandor li vê qada stratejîk bike. Ji ber ku kontrolkirina derxistina biryarê ji aliyê rastgiran ve, dê YE`yê biryarên hişktir têkildarî koçberiyê û penaberan bistîne. Dê ew jî bandor li hewldanên hin dewletên ku dixwazin tev li YE`yê bibin, asteng bike.

Li gorî pirsporên kar û barên navneteweyî û dosyayên siyasî, pêşketina rastgiran, ji bo şêwirmendê almanî Olaf Scholz û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bikeftineke bi êş e. Macron têkildarî mijarê daxuyaniyên girîng dan. Got encama hilbijartinên ewropayê, ji bo partiyên ku parastina Ewropayê dikin, ne baş e. Pêşketina netewperestan û kesên dogmatîk, li ser Ewropayê û cihê Fransa li Ewropa û cîhanê xetere ye.

Divê em ji bîr nekin ku pêşketina rastgiran, destpêka pêvajoyeke nû ya asteng û zehmetiyan e ku li pêşiya civatên ereb û afrîkayê di vê dawiyê de derdikeve. Di vê dawiyê de, piştî şerê Ukrayna û Rûsyay, şerê Hemas û Îsraîlê, xwepêşandanên ji bo piştgiriya Xezayê li Ewropayê li dar ketine, zêde bûn. Ev pêşketin, ji bo serokê Rûsya Valdimir Pûtîn ê ku şerê pergalên Ewropayê û piştgiriya wê ya ji bo Ukraynayê dikir, serkeftin e û metirsiyên ku Trump bibe serokê Amerîkayê, tê wateya serkeftina siyaseta wî di lawazkirina hêza rojavayî ya ewropayî û bidestxistina destkeftiyên din li Ukraynayê ye.

Piştî encamên hilbijartinên Ewropayê, rewşeke siyasî ya gelek girêk li qadên siyasî û dîplomasî yên YE`yê serwer e. dibe ku parzemîna Ewropayê derbasî toneleke siyasî bibe ku helwesta wê çi be neyê zanîn. Ne diyar e wê siberoja Ewropayê û çarenûsa gelek dewletên wê çi be nemaze şerê Ukrayna û Rûsyayê berdewam e ku Amerîkayê bi awayekî sîstematîk û ji bo ku qada hegemonya xwe firehtir bike, hişt ku gelek dewletên Ewropayê piştgiriya vî şerî bike.

Erê rast e, serkeftina rastgiran dê bi awayekî neyînî bandor li penaberan bike û dê hewl bide qanûnên hişk li dijî koçberiyê derxe. Li gorî çavdêran, pêşketina rastgiran, dê bi xwe re encamên gelek xetere li ser cîhanê tevda bîne. Nemaze ku Trump di hilbijartinên Amerîkayê de bi ser keve.

(şx)