Rewşa Xezayê ya piştî şer rojeva rojnameyên erebî ye

Piştî rawestandina şerê li Xezayê, herêm dikeve qonaxeke siyasî ya hestyar. Li aliyekî însiyatîfên ji bo ji nû ve avakirinê û çareseriya du dewletan têne pêşniyarkirin, li aliyekî din pirsa ka aliyên têkildar dê bikarin agirbestê veguherînin aştiyeke mayînde û avakirina jiyaneke nû li Xezayê, derdixe pêş.

Rewşa Xezayê ya piştî şer rojeva rojnameyên erebî ye
17 cotmeh, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro têkildarî qonaxa siyasî ya piştî rawestandina şerê li Xezayê û zehmetiyên pêkanîna aştiyeke rastîn û avakirina jiyaneke nû li wir, nivîsîn.

‘JI RAWESTANDINA ŞER BER BI ÇARESERIYA DU DEWLETAN VE!’

Rojnameya El Şerq El Ewset ragihand ku peymana Xezayê derî li ber roleke dualî ya Tirkiyeyê vedike; beşdarbûna di nava hêzên navneteweyî de ku dê Xezayê bi rê ve bibin û pêşwazîkirina endamên tevgera Hemasê li ser axa wê wek beşeke pêvajoya dûrxistina tevgerê ji qada leşkerî ya li hundirê Xezayê.

Rojnameyê nivîsî ku niha çav diçin ser îhtîmala ku dan û standinan ji bo çareseriya du dewletan ji nû ve dest pê bikin û destnîşan kir ku pirsgirêkên mayî ji Peymana Osloyê ve hîn jî nehatine çareserkirin. Rojnameyê her wiha nivîsî: "Ji bo pêvajoya dan û standinan 2 an 3 alî hewce dikin, aliyê yekem an duyemîn Îsraîl e, lê piştî `Tofana Eqsayê' kesek li Îsraîlê dewleteke Filistînê naxwaze û baweriya wan bi dan û standinê nemaye. Amerîkî ku aliyê herî bi hêz in, hîna gotina xwe negotine. Lê Trump pesnê Ereb û misilmanan da û ew hemû jî çareseriya du dewletan dixwazin. Gelo destkeftiyên têkoşeran dê tenê bibin agirbest û rawestandina şer?”

‘GELO XEZA DÊ BER BI JIYANÊ VE BIÇE?’

Der barê heman mijarê, rojnameya El Xelîc behsa siberoja jiyana sivîl a li Xezayê kir û diyar kir ku "ji nû ve avakirina Xezayê ne tenê ji nû ve avakirina madî ye, lê belê ji nû ve avakirina gelê Filistînê li ser bingeha nirxên nû hewce dike."

Rojnameyê nivîsî ku pêkanîna aştiyê rastî hin astengiyên bingehîn tê, ên têkildarî polîtîkayên berfirehker ên Îsraîlê û neqebûlkirina prensîba jiyana hevbeş. Rojnameyê da zanîn ku ji nû ve avakirina Xezayê heya ku çek neyên danîn û kokên pevçûnê neyên rakirin, ne mimkun e.

 Rojname nivîsî ku Xeza îro ketiye pêşberî 2 vebijêrkên girîng; an dê şer û wêrankirin bidome, an jî dê qonaxa ji nû ve avakirina jiyanê û mirovan dest pê bike. Ev jî dê bibe ceribandineke rastîn ji civaka navneteweyî re, ka dê bikaribe aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn ava bike.

(k)