Hemas: Em ê li gorî agirbestê tev bigerin

Hemasê ragihand ku dê li gorî peymana agirbestê tev bigire û amade ye cenazeyên hemû girtiyên Îsraîlê radest bike.

Hemas: Em ê li gorî agirbestê tev bigerin
17 cotmeh, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê îro bi daxuyaniyekê diyar kir: "Vegerandina cenazeyên girtiyên Îsraîlî dibe ku dem bigire, ji ber ku hin ji wan di tunelên ku ji hêla dagirkeriyê ve hatine hilweşandin de hatine veşartin. Yên din hîn jî di bin xirbeyên avahiyên ku hatine bombebarankirin û hilweşandin de ne." 

Hemasê daxuyand ku li gorî peymana agirbestê tev bigire û cenazeyên din jî radest bike.

Hemasê destnîşan kir ku cenazeyên girtiyên hatine dîtin yekser hatin radestkirin û ragihand ku "ji bo rakirina cenazeyên din ên di binê xirabeyan de pêdivî bi alav û cîhazan hene. Dagirkeran derbaskirina van alavan jî niha qedexe kirine."

Hemasê hişyarî da ku "her derengketinek di vegerandina cenazeyan de bi tevahî dikeve ser milê hikûmeta Netanyahu, ku rê li ber dabînkirina çavkaniyên pêwîst digire û asteng dike."

Îsraîlê jî Hemas tawanbar kir ku peymana agirbestê û radestkirina girtiyan asteng dike.

Hemasê 20 girtiyên sax li hember berdana nêzîkî 2 hezar girtiyên filistînî yên li cem Îsraîlê serbest berdan. Lê ji 28 girtiyan 9 cenaze tenê radest kirin.

Tirkiyeyê duh ragihandibû ku wê ekîbeke pispor ji bo lêgerîna li cenazeyên girtiyan şandiye Xezayê.

Platforma Girtî û Windahiyan a hikumeta Îsraîlê ji hikumeta Îsraîlê xwest eger Hemas 19 cenazeyên din radest neke, qonaxên din ên peymanê dereng bixe.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz duh gef xwar ku eger Hemas li gorî peymanê tev negere, ew ê  bi hevkariya DYA’yê careke din êrişî Xezayê bikin.

(bb)