Rewşa Îranê piştî Raîsî û Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî bû

Pêşeroja Îranê piştî Raîsî, kar û barên Lîbyayê, danûstandinên di navbera Hemas û Îsraîlê de rojeva rojnameyên erebî yên îro bûn.

Rewşa Îranê piştî Raîsî û Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî bû
21 gulan, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniyê di weşana xwe ya îro de cih da rewşa Îranê piştî ku Raîsî jiyana xwe di bûyera ketina helîkopterê de ji dest da û nûçeyek bi sernavê "Îran dewleta saziya pasdaran e bi çûyîna Raîsî re nayê guhertin" parve kir.

Rojnameyê ku agahiyên spartin çavdêran, nivisî ku bi windakirina Raîsî re valahiya destûrî li Îranê çêanebe yan jî taloq nabe û heta bandor li tevgerên herêmî yên Îranê nake. Her wiha rojnameyê anî ziman ku `serokê desthilata li Îranê, bê bandor e ji ber ku li gorî plana Pasdaran daniye`, tê hilbijartin. Ew nikare ne siyasetan deyne yan jî pêşniyaran bike da ku guhertinê di perspektîfên welêt de li ser astên herêmî û navneteweyî de çêbike.

Li gorî rojnameyê, di dema navbera kuştina Raîsî û hilbijartina serokkomarê nû de, dê rewşa li herêmên ku Îranê bandorê lê dike, gûrtir bibin ji ber ku Îran dixwaze vê peyamê bide `serokkomar tenê xuyang e û desthilata rastîn di destê dewleta kûr a Pasdarên Îranê de ye.

Rojnameyê diyar kir ku dibe Pasdarên Îranê di pêvajoya bê de, hemleyên mezin li dar bixin ku di nav de destgîrkirina çalakvanan ên ku siyasetên hikumetê rexne dikin yan jî nûnerên kêmneteweyan bikujin an jî bigirin, ji bo ku xuya bikin Îran bi hebûna serok re û nebûna wî re, bi hêz e.

Rojnameyê rewşa piştî Raîsî li ser asta derve wiha nirxand: "Pasdarên Îranê dê bi rêya alîgirên xwe yên li herêmê, bi taybet Hizbullah û Ensarullah, êrişên li dijî Îsraîlê û keştiyên li Deryaya Sor zêde bikin lê xetên sor derbas nakin.

ÇARESERIYA SIYASÎ YA TALOQKIRINÊ LI LÎBYAYÊ LI BENDA `KOMÎTEYA DAÛNSTÛANDINÊ` YA KHOURY YE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî nûçeyek der barê rewşa Lîbyayê de nivisî. Rojnamey êdestnîşan kir ku siyasetmedar û analîzvanên lîbyayî dibînin ku li gel parçebûna hikumetê û girêdana her serokekî bi eniyeke siyasî, rewş ji berê girêktir bûye û her kes li benda nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY`yê ji bo Lîbyayê Stephanie Khoury ye.

Rojnameyê ku di nûçeya xwe de cih da nirxandinên alanlîzvanê siyasî û lêkolînerê lîbyayê Mihemed Emtîrîd îşaret pê kir dibe Stephanie lidarxistina kongreykê yan jî civînekê li bajarê Xedamis bike ji bo ku komîteyeke nû ya danûstandinan were avakirin.

Emtîrîd di dewama nirxandina xwe de ji rojnameyê re diyar kir ku nakokî hene ku Stephanie dê komîteyeke sivîl ava bike lê belê Meclisa Parlamento û Meclisa Dewletê, tê de nîn in. Di heman demê de Emtîrîd balkişand ser nêrîneke din ku divê her du meclis cihê xwe di komîteya nû de bigirin.

AGIRBESTA LI XEZAYÊ DI NAVBERA TUNEBÛYA ASOYAN Û BERDEWAMKIRINA ŞER DE

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa dawîn a li Xezayê di nûçeya xwe de ku îro daye behsa geşedanên dawîn, xêzkirina nîşaneyên nû yên şer nemaze piştî êrişa Îsraîlê li ser Refehê.

Rojnameyê diyar kir ku komên filistînê biryara xwe stendine ku tenê bi vekişîna Îsraîlê ji Xezayê û rawestandina şer re, dê bêjn agirbest li Xezayê  dest pê kiriye û dûre lihevkirina guhertina dîlgirtiyan dê bikeve meriyetê.

Rojnameyê ku cih daye şîroveyên hin çavdêran da zanîn ku hewldanên agirbestê wê berdewam bikin ta ku agirbest pêk were heta ku helwesta Îsraîlê ji şer ne diyar be.

(şx)