'Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiyan berdewam bikin’

Koçberên Efrînê yên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûn diyar kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştina asta têgihiştinê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê her tim têkoşîna wan berdewam be.

21 gulan, 2024   10:37
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Çalakiya konvedanê ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ya li kantona Efrîn- Şehba ku ji hêla Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê 3'ê rojan berdewam kir. Koçberên ku beşdarî alakiya konvedanê bûne ji ajansa me re axivîn.

Dayîka bi navê Zeyneb Hemo ya ku tevlê çalakiyê bu yî diyar kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullahh Ocalan tevlê çalakiyê bûye û wiha got: “heta Rêberê me bi fizîkî azad nebe  emê çalakiyên xwe nedin rawestandin û têkoşîna xwe bernadin.

Dayîka bi navê Sewsen Xelîl jî destnîşan kir ku ev sê roj in em beştare çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû ne.  Em bi saya Rêber Apo gihiştin vê astê jin  ketin ferqa azadiya xwe ji ber vê em hewceyê felsefeya Rêber Apo ne.”

Emel Şêx Bîle jî diyar kir ku her roj tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan tê girankirin û wiha got: "Em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatin vê çalakiyê. Emel Şêx Bîle bal kişand li ser fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocelan û got: “Dvê her kes pirtûkên Rêber Apo bixwînin ji ber Felsefeya Rêber Apo ji bo me ronahiye.”

Şêxo Îbrahim jî diyar kir ku ew ji bo şermezar kirina tecrîdê tevê çalakiyê bûye û wiha got: "Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka her mirovekî ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêber gelê Kurd e. Rêberê tevahî gelan e. Em ê jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo her tim bimeşin.”

Îbrahim Xelîl ya ku  tvlê çalakiyê bû wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tecrîta li ser gelên azadixwaze "Em derbasî bi konê bûn tu carî dewleta Tirk û hevkarên wê nikar gel ji felsefeya Rêber Apo dur bixin. Ev kon kona rûmetê ye. Bi tecrîda girankirî dixwazin me ji Rêber me û felsefeya wî dur bixin. Lê tu carî em ji felsefeya Rêber xwe dur nakevin."

Xelîl wiha got: "em ê dîwara Îmraliyê hilweşînin û Rêberê xwe jî bi fizîkî azad bikin. Em Rêber Apo di nava xwe de bibînim. Em ê bi zarok û zarokên xwe felsefeya Rêber Apo bi wan bidin nasîn. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê em her tim li ser piyan bin."

ANHA