6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn

Li Abdullah Ocalan 6 mehên din cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re lê hat birîn. Parêzer wê li dijî biryarê serî li AYM'ê bidin.

6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
21 gulan, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahî nayê girtin. Ligel vê li Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdştuba vi parêzeran re hat birîn. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3'yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Parêzer der barê sedema ceza de tu agahî