Rêveberiya Xweser bi boneya sersalê betlane ragihand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya sersalê rojên yekşem û duşemê kirin betlane.

Rêveberiya Xweser bi boneya sersalê betlane ragihand
28 kanûn, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya sersalê biryarek bi hejmar 34’an der xist û li gorî wê rojên yekşem û duşemê kirin betlane. 

Naveroka biryarê wiha ye:

“Bi boneya sersalê tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojên 31.12.2023 û 01.01.2024 di betlaneyê de ne. Tenê saziyên ku karê wan domdar e, nakin betlane.”

(şx)