Nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bûn

Desteya Perwerde û Fêrkirinê da zanîn ku ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

 Nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bûn
28 kanûn, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN  

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê bandora êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku di navbera 23-25’ê Kanûnê (2023)de dijî herêmê pêk anîbûn, ên li ser perwerdeyê de daxuyaniyek da çapameniyê. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya desteyê ya li Reqayê bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendni.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî daxuyaniya bi Kurdî xwend û bibîr xist ku ev cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî navendên xizmetê, tenduristî û perwerdeyê dike.

Semîra Hec Elî destnîşan kir ku êrîş li dijî hemû pîvanên mirovî û yasayên navnetewî ne û bandora van êrîşan a li ser qada perwerdeyê eşkere kir.

Semîra Hec Elî ev agahî parve kirin: “Êrişan bandorek mezin li ser perwerdeyê çêkiriye. Bi taybetî li herêmên sînor bandorek mezin çêbû. Balafirên dewleta Tirk a dagirker çapxaneya Sîmav ku pirtûkên dersan çap dike bombebaran kir. 5 xebatkarên wê şehîd bûn. Li kantonên Cizîr, Firat û Efrîn/Şehbayê li 712 dibistanan perwerde rawestiya. 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar man.”