Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Kongra Star bang li rêxistinên jinan, saziyên parastina mafên mirovan û jinan ên li seranserî cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ji bo rawestandina êrişên hovane yên li dijî herêmê pêngavan li dar bixin û hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
28 kanûn, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mijulbûna cîhanê bi cejna Krîsmsê, şerê di navbera Îsraîl û Xezayê de bi kar anîn û êriş herêmê kir û binesaziya wê rasterast kir kir hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Meclisê destnîşan kir ku şoreşa jinan rê li pêşiya tevahiya jinan vedike û hêviyê dide wan ku ji bo azadiyê û aştiyê tê bikoşe.

Her wiha meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li gelên demokratîk, rêxistinên jinan, saziyên parastina mafên mirovan û çalakvanên mafên jinan li seranserî cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ji bo rawestandina êrişên hovane li ser herêmê hemleyan li dar bixin. Her wiha hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Meclisê bang kir ku piştgiriya daxwazên gelê herêmê bê kirin û ji bo rêgirtina li pêşiya êrişan qada hawayî ya herêmê bê girtin.

(şx)