Rejîma Îranê xwepêşanderek bi darve kir

Hate ragihandin ku rejîma Îranê xwepêşandarek din bi dar ve kir.

Rejîma Îranê xwepêşanderek bi darve kir
25 gulan, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Îranê belav kir ku di danê sibehê de welatiyê bi navê Ebas Ekber bi tometa ‘beşdarbûna ne aramî û xwepêşandanên meha Çileyê’ ji aliyê rejîma Îranê ve hate bi darvekirin.

Di medyaya Îranê de hate ragihandin ku ‘piştî temambûna rêkarên siyasî û piştrastkirina tometan ji aliyê dadgeha bilind ve ceza hatiye bi cih anîn’.

Hêjayî gotinê ye ku her diçe zext, gef û êrişên rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengê nerazî yê civakê, tevî bang û nerazîbûnên civaka navneteweyî zêdetir dibe. Li gorî bîlançoya tenê di nava 30 rojan de 50 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.