Li Helebê di xwepêşandana xwediyên rafineriyan de hin kes birîndar bûn

Li gundewarên Helebê di xwepêşandana li dijî rakirina rafineriyên kevn ên petrolê de hin kes birîndar bûn.

Li Helebê di xwepêşandana xwediyên rafineriyan de hin kes birîndar bûn
25 gulan, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Terhînê yê Helebê operasyoneke ewlehiyê ya rakirina rafineriyên kevn ên petrolê hat destpêkirin. Xwediyên rafineriyan duh êvarî li dijî rakirina rafineriyan xwepêşandanek li dar xist. 

Çavkaniyên xwecih ji dezgehên ragihandinê re diyar kir xwepêşandêran bi keviran êrişî hêzên ewlekariya hundirîn kir, hêzên ewlekariyê ji bo xwepêşandêran ji hev belav bikin gule teqandin.

Hate ragihandin ku di bûyerê de hejmarek xwediyên rafineriyan birîndar bûne û alozî li herêmê didome.

(bb)