Rejîma Îranê dest danî ser xelata Sakharov ya Jîna Emînî

Parêzerê malbata Jîna Emîn, piştî ku ji Fransayê vegeriya Tahranê, li balafirxaneyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ket bin lêpirsînê. Rejîmê dest danî ser xelata Sakharov ya ji bo Jîna Emînî hatî dayîn.

Rejîma Îranê dest danî ser xelata Sakharov ya Jîna Emînî
24 kanûn, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 12’ê kanûna 2023’ê yen de xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi merasîmekê ji bo bîranîna sembola Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê Jîna Emînî radestî Tevgera Jin Jiyan Azadî hate kirin.

Malbata Jîna Emînî, parêzer Salîh Nîkbeht, parazvanên mafên jinan Efsûn Necefî û Mersedeh Şahînkar jî beşdarî merasîma ku li Strasborgê li Parlementoya Ewropayê hate lidar xistin bbiûn.

Di 22’yê kanûna 2023 yan de parêzerê malbata Jîna Emînî Salîh Nîkbeht ji Fransayê vegeriya Tahranê. Li balafirxaneyê hêzên ewlekariyê parêzer Salîh xistin bin lêpirsînê û dest danîn ser xelata ji bo Jîna Emînî hatî dayîn.

Li gorî agahiyan hêzên ewlekariyê ji bilî xelatê, dest danîn ser pasaport û telefona Salîh Nîkbeht jî û jêre gotine, beriya çend rojan birayra qedexeya derve ji bo we hatiye dayîn û divê serî li Dadgeha Sucan ya li Tahranê bidî.