Di êrişa li Tirbespiyê de welatiyek birîndar bû

Di êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê de welatiyek birîndar bû.

Di êrişa li Tirbespiyê de welatiyek birîndar bû
24 kanûn, 2023   09:51
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şevê li navçeya Tirbespiyê yê kantona Cizîrê stasyona petrolê ya Seîda ya li nêzî gundê Girdêm 3 caran, stasyona Ewda ya petrolê carekê, her wiha kargeha plastîkê ya li başûrê navçeyê ya nêzî benzînxaneya Şaboyê topbaran kirin.

Di êrişa li ser stasyona Seîdayê de welatiyê bi navê Hisên Hemze Sadûn birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê.  Heta niha agahiyên der barê rewşa welatiyê birîndar de nehatin zanîn.

(bb)