Keştiyeke şer li Deryaya Sor 4 dron xistin xwarê

Centcomê ragihand ku keştiyeke şer a DYA’yê li Deryaya Sor  4 dron xistine xwarê.

Keştiyeke şer li Deryaya Sor 4 dron xistin xwarê
24 kanûn, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Centcom ragihand ku keştiyeke şer a Amerîkayê li Deryaya Sor 4 dron xistine xwarê. 

Centcomê li ser hesabê xwe yê "X" diyar kir ku keştiya şer USS Laboon dema dewriyeyek li Deryaya Sor pêk dianî  4 dron xistin xwarê, ku ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê hatine, xistine xwarê.

Beriya wê jî fermandariyê ragihadibû ku 2 moşekên palistî yên dijkeştiyan ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ber bi xetên bazirganiya navneteweyî ya li Deryayê Sor ve hatibûn avêtin. Lê tu agahî der barê ziraran de nehatine parvekirin.

Centcomê daxuyandibû ku keştiyeke madeyên kîmyewî û petrolê ku ala Nerwêcê li ser bû, rastî êrişeka bi dronên Hûsiyan hatiye.

Artêşa DYA’yê ragihand ku keştiya petrolhilgir ku ala Hindistanê li ser e, dema di Deryaya Sor re derbas bûye, rastî êrişa Hûsiyan hat, ji ber wê gazî keşetiyeke şer a Amerîkayê kiriye ku li wê herêmê ne.

Centcomê di dewama daxuyaniya xwe ya li ser "X" de gotibû,  di êrişa li ser keştiya barhilgir a MV Saibaba ya Gabonê de tu ziyanên canî çênebûne.

Hûsiyên destnîşan dikin ku ji bo "piştevaniya gelê Filistînê" keştiyên girêdayî Îsraîlê yan jî ji benderên wê bi rê dikevin yan jî diçin wir, dikin hedef. Her wiha gef xwarin ku heke av û dermanên pêwîst derbasî Xezayê nebin dê êrişên wan berdewam in.

Ji ber êrişên Hûsiyan, şîrketên mezin ên barkirinê rêya keştiyên xwe ber bi başûrê Afrîkayê ve guhertin.

Li gor Pentagonê Hûsiyan bi zêdetirî 100 balafirên bêmirov û moşekên palistî 10 keştiyên bazirganiyê yên zêdetirî 35 dewletankirine hedef.

DYA’yê li dijî êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên li Deryaya Sor koalîsyonek ji 20 dewletan ava kir.

 (şx)