Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber bidawîbûna dan û standina bi pereyê kevn û tunebûna navendên pevguhertina pereyan, bi gazinc in. Şênî dixwazin dema dan û standinê ya bi pereyên kevn were dirêjkirin û navendên pevguhertina pereyan werin vekirin.

Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in
Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in
Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in
Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in
Li Kobanê pereyê kevn nayê qebûlkirin, şênî bi gazinc in
28 tîrmeh, 2026   04:52
KOBANÊ
DÎCLE EHMED

Li Kobanê dema biryara dan û standina bi pereyên kevn 26‘ê Tîrmehê bi dawî bû.

Li ser biryara Banka Navendî ya Sûriyeyê ya bidawîbûna dan û standina bi pereyên kevn û destpêkirina pereyê nû, Şaredariya Kobanê û Nivîsgeha Diravî ev biryar 26‘ê Tîrmehê xist meriyetê.

Ji roja yekşemê ve dikandar, firin û stasyonên sotemeniyê pereyê kevn nema qebûl dikin. Pereyê nû jî li navendên guhertinê peyda nabe. Li ser vê yekê tevgera kirîn û firotinê kêm bûye. Şênî jî neçar dimînin pereyên nû deyn bikin da ku pêdiviyên xwe bikirin.

Şêniyê bi navê Mistefa Seido diyar kir ku pereyê kevn li sûkê nayê qebûlkirin û ew nikarin nan, sotemenî û madeyên xwarinê bikirin. Seido destnîşan kir ku ew neçar maye nan bi deyn bikire heya pereyê nû peyda bike. Her wiha piştrast kir ku peydanebûna pereyê nû rewşa jiyanî zehmet kiriye.

Mistefa Seido ji rêveberiya bajarê Kobanê xwest ku çareseriyeke lezgîn ji pirsgirêka guhertina pereyan re peyda bike û pirsgirkêên xizmetguzarî û jiyanî jî çareser bike.

Bazirganê bi navê Şêx Hemê Nebî jî da zanîn ku li bajêr navendên bê heq ên pevguhertina pereyên kevn bi yên nû tune ne û got, şênî dema ku 100 hezar lîreyên kevn bi yên nû diguherînin derdora 10 hezar lîre ji wan tê qutkirin.

Şêx Hemê Nebî ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelo kijan hikumet ferq û cudahiyê dixe navbera heman diraviyê? Divê lîreya Sûriyeyê ya kevn bi ya nû were guhertin bêyî ku pere ji welatiyan bê qutkirin. Ev ne diraviyekî biyanî ku di dema pevguhertinê de qezencî û xisar tê de hebin."

Nebî di dewama axaftina xwe de got benzînxane û şaredariyê bi saziyên fermî ve girêdayî ne, lew ra divê rola wan di pevguhertina pereyan de hebe.

Şêx Hemê Nebî bang li rêveberiya Kobanê kir ku çareseriyeke lezgîn ji vê pirsgirkên re peyda bike, navendên bi belaş ên pevguhertina pereyan veke û rê li ber keysbaziyê bigirin, her wiha saziyan xizmetguzarî û bazirganî neçar bikin ku pereyên kevn qebûl bikin heya ku yên nû peyda bibin.

(np)

ANHA