33,016 donim erdên çandiniyê şewitî

Li Hesekê, Til Temir, Zirgan û Derbêsiyê ji destpêka demsala çandiniyê ve derdora 33,016 donim erdên çandiniyê şewitîn.

33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
33,016 donim erdên çandiniyê şewitî
29 hezîran, 2026   07:49
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li herêma Cizîrê ji destpêka demsala çandiniyê ya sala 2025-2026`an zeviyên genim û ce şewitîn. Zeviyên bajarê Zirganê û gundewarên wê ji aliyê bareghên Tirkiyeyê ve hatin şewtandin. Hinek zevî jî ji ber temas di deraseyan de çêbû, şewitîn. Li bajarê Til Temir, Hesekê, Zirgan û Derbêsiyê bi hezaran donim zeviyên genim û ce şewitîn.

Li gorî rêveberiyê navenda tîmên agirkuj a Hesekê Ehmed Mihdî 33,016 donim ( hezar û 795 donim genim, 999 donim ce û 30 hezar û 222 donim piştî çinînê) şewitîn.

Her wiha Mihdî da zanîn ku di navbera 24`ê gulanê heyanî 26 hezîranê 262 şewat derketine. Di vê şewatê de 6 derasa, giyayê hişk 109 donim, 3 erebe, 2 transên elektirîkê, 1 kon, 3 dikan, 2 donim darên zeytûnan, 22 darên cûrbecûr, 8 malên şêniyan, 8 cihên çop lê hene, şewitîne.

Mihdî diyar kir ku 40 endamên tîmên agirkuj hebûn, li bajar, bajarok û gundên Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir li 20 navendan diman. Li gel wan 20 agirkuj, 8 tankên avê hebûn û dema şewat derdiket tankên avê yên şaredariya van Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir bi kar tanîn. Her wiha şênî û hêzên leşkerî jî bi tîmên agirkuj re dibûn alîkar û agir ditefandin.

Li bajarê Hesekê û derdora wê tîmên agirkuj navendên xwe li Hitîn, Zênar, El Xas, rêya M4, Til Bêder, El Şûr, Til Mecdel, El Sêker, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temir, El Isafiyê, El Xerîta, Sedîq, Sefiya û Til Mensûr navend vekirine û şewatên di zeviyan de derdikevin, vedimirînin. 

(np)

ANHA