Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin

Karwanê şeşemîn ê koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê amadekariyên herî dawî yê vegerê dikin, di karwanê de zêdetirî 640 malbatên ku li Kampa Newroz û Kampa Waşûkanî diman cih digirin.

Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Zêdetirî 640 malbatên koçber ên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
21 cotmeh, 2026   08:31
HESEKÊ

Zêdetirî 640 malbatên koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Newroz û li Kampa Serêkaniyê dimînin, di nava karwana şeşemîn de amadekariyên vegera cih û warên xwe yên resen dikin, karwan îro bi rê dikeve.

Her du kamp ji malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê pêk tê, duh (20 Cotmeh) malbatên li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê ji bo ku tevlî karwanê bibin berê xwe dane Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê.

Di vê karwanê de malbatên ji gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê cih digirin, di karwanê de şêniyên resen ên bajarê Serêkaniyê tune ne.

(sb)

ANHA