Ji QSD’ê çalakiyên bersivdayînê: 17 çete û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD’ê aşkera kir ku hêzên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de li dijî baregehên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîne û di encamê de 17 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Ji QSD’ê çalakiyên bersivdayînê: 17 çete û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
21 ÇILE, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê mijarê de daxuyaniyek parve kir. 

Di daxuyaniya ku liser malpera fermî ya QSD’ê hat weşandin de  ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya mafê parastina rewa de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hêzên me, li dijî baregehên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên cuda çalakî li dar xistin.

15`ê Çileyê saet di 22.30`an de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Siyade li nêzî gundê Şehîb li dar xist. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Li navçeya Eyn Îsayê, hêzên me 17`ê Çileyê bi çekên giran benda kontrolê û baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şirkirak ê li bakur rojhilatê navçeyê û nêzî wê li dar xist. Der barê encamên vê çalakiyê de agahî nehatin bidestxistin.

Di heman rojê de hêzên me bi awayekî hemwext bi çekên giran baregeha dewleta Tirk a li gundê Tîna û mezrayekê li gundê Meliq ê başûrê bajarê Girê Spî kirin hedef. Di encama çalakiyê windahiyên dijmin çêbûn, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di heman rojê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Selîbî yê rojavayê bajarê Girê Spî li dar xist çalakiyek li dar xist. Di navbera hêzên me û artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şerekî dijwar qewimî.

Di encama çar çalakiyan de bi giştî 13 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Encama çalakiyên hêzên me yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku hatine piştrastkirin wiha ne:

8 çalakî

17 çete hatin kuştin

2 leşkerên Tirk hatin kuştin."