Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj e didome

 Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 56’ê mîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj e didome
21 ÇILE, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2023’an 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. 

Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin.

Bi heman demê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.