QSDˋê hewldana ketina çeteyan li gundekî têk bir

QSDˋê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebdokê yê li rojavayê bajarê Girê Spî yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir.

QSDˋê hewldana ketina çeteyan li gundekî têk bir
21 mijdar, 2024   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), QSDˋê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Ebdokê yê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir.

Navendê diyar kir ku di encamê de pevçûnên dijwar rû dan û hîna dewam dike, her wiha kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hemwextî wê gundewarê bajarê Eyn Îsayê tê tobparankirin.

(fr)