Plana Turmp û Netanyahu û serdegirtina Fîloya Sumud manşetên rojnameyên erebî ne

Nîqaşên li ser "plana aştiyê" ya ji aliyê Trump û Netanyahu ve hatiye ragihandin, dewam dikin. Rojnameyên erebî plan wek berdewamî û pêşxistina Peymanên Îbrahîm nirxand. Li aliyekî din serdegirtina fîloya alîkariyê ya ji bo Xezayê wek binpêkirina qanûnên navneteweyî hate rexnekirin.

Plana Turmp û Netanyahu û serdegirtina Fîloya Sumud manşetên rojnameyên erebî ne
3 cotmeh, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

“Plana Aştiyê li Rojhilata Navîn" ya ji aliyê serokê DYA’yê Donald Turmp û serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ve hatiye ragihandin, serdegirtina fîloya alîkariyê ya ji bo Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve, rojevên vê sibehê yên rojnameyên erebî ne.

‘JI NÛ VE SAZKIRINA ‘AŞTIYÊ’ LI ROJHILATA NAVÎN’

Rojnameya El Ereb di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da plana Turmp û Netanyahu ya "Aştiya li Rojhilata Navîn”. Rojnameyê plan wek “Gaveke siyasî ya girîng û hewldanek ji bo ji nû ve şekildayîna hevsengiyên siyasî û ewlehiyê” bi nav kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku plan hewl dide Peymanên Îbrahîm berfireh bike û toreke nû ya hevkariya herêmî biafirîne. Hate gotin, li gorî vê torê jî ji şêweya kevneşopî ya dan û standinên dualî wêdetir biçe û girîngiyê bide dosyayên Xeza û Îranê ku wekî du aliyên sereke yên rageşiyê li herêmê nirxandin.

‘AVAKIRINA AŞTIYÊ Û DERBASKIRINA XEYALAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê heman mijarê de diyar kir ku bêhelwestiya Hemasê ya li hemberî planê êş û azarên filistîniyan zêdetir dike. Rojnameyê destnîşan kir ku komên çekdar berpirsên tundî û windahiyên di salên borî de ne.

Li gorî rojnameyê, hewldanên Siûdî, Qeter, Misir, Urdin û Îmaratê hişt ku Washington vê planê pêşkêş bike. Hate diyarkirin ku ev plan bi agirbestê sînordar nemaye, lê gavên dîtir wekî ji nû ve avakirina Xezayê û garantiya ewlehiya niştecihên wê ya bi rêya tevkariya navneteweyî digire nava xwe.

Rojnameyê îşaret bi girêdana di navbera pevguhertina girtiyan û rawestandina şer de kir û diyar kir ku “serxistina vê yekî girêdayî qebûlkirina şertên wê ji aliyê komên filistînî ve ye”. Rojnameyê diyar kir ku arîşeyên mezin wekî bêçekkirina Xezayê û helwesta Îranê dihêle qonaxa pêş bibe ceribandineke girîng a şiyana aliyan ji bo veguherandina nêrînê bo rastiyeke siyasî û ewlehiyê ya domdar.

‘LI DERYAYÊ KORSANÎ’

Rojnameya El Xalîc bal kişand ser desteserkirina "Fîloya Navneteweyî ya Sumudê" ji aliyê Îsraîlê ve ku ber bi Şerîda Xezayê ve diçe. Hate gotin fîloya ku bi alîkariyên wekî derman û şîrên zarokan barkirî, nêzîkî 50 keştî û bi sedan çalakvanên ji 45 welatan tê de bûn.

Rojnameyê serdegirtina fîloyê wek “tevgera korsanî, terorîzm û binpêkirineke aşkera ya qanûnên navneteweyî, bi taybet Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûna Deryayê” bi nav kir.

Li gorî rojnameyê; "Tiştê ku qewimî sûcekî nû yê navneteweyî ye ku li binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan û welatên cîran hatiye zêdekirin. Di heman demê de peyameke zelal a binpêkirina wê ya berdewam a qanûn û peymanên navneteweyî ye."

Her wiha hate gotin ev kiryar piştrast dike ku Îsraîl xwe di ser qanûnê re dibîne û dide nîşandan ew dikare sûcên dermirovî bike, bêyî ku hesab jê were xwestin.

(bb)