Êrişkarê kenişta li Brîtanyayê ji Sûriyeyê ye

Polîsên Brîtanyayê aşkera kir ku kesê li bajarê Manchester êrişeke bi kêran pêk anîbû û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin, sûriyeyî ye.

Êrişkarê kenişta li Brîtanyayê ji Sûriyeyê ye
3 cotmeh, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Brîtanyayê diyar kir ku kesê li nêzî kenişteke cihûyan a li Kolana Middleton a bajarê Manchester êrişeke bi kêran pêk anîbû û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin, "cîhadîstekî ji Şamê ye", 35 salî ye û welatiyê Brîtanyayê ye.

Polîsan da zanîn ku 3 kesên gumanbar (2 mêr û jinek) niha destgîrkirî ne. Polîsan aşkera kir ku ew bi “gumanên pêkanîn, amadekirin û tehrîdkirina kiryarên terorîstî" hatine destgîrkirin.

(fr)