Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ketظ

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
3 cotmeh, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şandeya Îmraliyê ku ewil Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê tê de cih digirt, cara destpêkê di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina duyemîn jî di 22’yê Çileyê de hate kirin. Li gel Pervîn Buldan û Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Ahmet Turk, Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan, banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiribû.

Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kirî, Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol di 21’ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ji endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, piştî kongreya dîrokî ya PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê, di 18’ê Gulanê de çûbûn giravê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke nû kirin.

Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk dihat û piştre Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar jî lê hate zêdekirin, di 6 û 25’ê Tîrmehê de jî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şande herî dawî di 28’ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin kir.