Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê 2 malbatên ku ji 2 salan ve nakokî di navbera wan de derketibûn, li hev anîn.

Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
5 cotmeh, 2025   17:09
KOBANÊ

Malbata Mislim Reco û Hesen Mislim ku beriya 2 salan ji ber pirsgirêkên Kurê Mislim Reco hatibû kuştin nakokî di navbera wan de derketibûn, li hev hatin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê ji bo lihevanîna herdu malbatan li avahiya Rêveberiya Xweser 3 kon vegirtin. Di kon de hejmareke zêde ji şêniyên kantona Firatê, rûspî û şêxên Ereb, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinê jinan ên Kantona Firatê, partiyên siyasî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên herdu malbatan, amade bûn.

Merasîma lihevanînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Di serî de hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bixêrhatina herdu malbatan û hemû kesên hazir kir û wiha axivî û got: "Em gelên azadîxwaz in û em dixwazin hemû gelên me bi azadî jiyan bikin. Hebûna gelê me, hebûna berxwedanê ye û gelê me bi hemû hêza xwe li ber xwe dide û li têkê dikoşe. Li kêlek vê yekê em dixwazin pirsgirêkên heyî çareser bibin. Em bi gelê xwe yê Kobanê serbilind in ku her tim aramiya welatê xwe dixwazin û hemû pirsgirêkan çareser dikin. Ev lihevanîn cihê hurmetê ye û gelekî kêfxweş in ku pirsgirêkên navxweyî çareser dibin."

Mela Ezedîn Sofî diyar kir ku di Îslama demokratîk de divê kes bi kesî re ne nakok be û got: "Di ol de nabe tu kes bi kesî re nakok be divê her hemû pirsgirêkên navxweyî werin çareserkirin ji bo ku hemû gelê me bi azadî jiyan bike."

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî destnîşan kir ku gelê ku bi salan a berxwedanê dike, ew hêjayî azadiyê û demokrasiyê ye û got: "Divê di nava gelê me de dijminatî çênebê, ji ber ku gelekî layîqî azadî û aramiyê ye. Em vê lihevhatina pîroz li tevahî gelê azadîxwaz pîroz dikin."

Li ser navê herdu malbatan spasiya Rêveberiya Xweser hat kiri kir û hat gotin ku ew vê lihevanînê diyarî cangoriyên azadiyê dikin.

Di dawiyê de herdu malbat li hev hatin.

(sş/mh)

ANHA