Pirsgirêka qutbûna ceyranê ya li Dêrikê çareser bû

Piştî xebatên 3 rojan pirsgirêka qutbûna ceyranê ya li bajarê Dêrikê hat çareserkirin.

Pirsgirêka qutbûna ceyranê ya li Dêrikê çareser bû
15 tebax 2024   14:37
QAMIŞLO

Ekîpên serereastkirinê yên girêdayî navenda ceyranê ya Dêrikê piştî xebata 3 rojan pirsgirêka qutbûna ceyranê ya li bajarê Dêrikê çareser kir û careke din ceyran da piraniya taxên bajar.

Ekîpên sererastkirinê pirsgirêka ku di tora KV 3 de ya ku ceyranê dide piraniya taxên bajarê derketibû, çareser kir.

Li gorî beşa sererastkirinê, sedema vê pirsgirêkê ew e ku bar li ser torê mezin e û li hin cihan ji ber xebatên kanalîzasyonê û avê, pirsgirêk di toran de derketiye.

(şx)

ANHA