Qebîleya El Begara piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman

Qebîleya El Begera ya li kantona Dêrazorê li dijî êrişên li ser herêmê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Qebîleya El Begara piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman
15 tebax 2024   14:53
DÊRAZOR

Rûspiyên qebîleya El Begera ya Ereb a kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta Şamê şermezar kir.

Daxuyanî li navenda bajarê Kisra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê ji aliyê rûspiyê qebîleyê Şêx Memdûh El Îfan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujî û êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Helwesta me ya li hemberî êrişan zelal e; em guhertina rewşa herêmê û destwerdanên li kar û barên wê red dikin. Li dijî her êrişan em bi QSD û Asayîşê re ne."

(bb)

ANHA