MAK’ê li Geverê li polîsên ku kontrola GBT’ê dikirin xist

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), diyar kir ku wan li navçeya Gever a Colemêrgê  ya bakûrê kurdstanê li hemberî polîsên dagirker ên kontrola GBT’ê dikirin çalakî pêk anîne.

MAK’ê li Geverê li polîsên ku kontrola GBT’ê dikirin xist
15 tebax 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. MAK’ê, ragihand ku wan di 14’ê Tebaxê saet 00:20’an de li taxa Kişla ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, li dijî polîsên dagirker bi teqemeniyên bi destçêkirî çalakiyek pêk anîne.

MAK’ê got, “Milîsên me bi bombeyên destan noqteyên dagirkeran hedef girtin û li qadê gelek taqîn di encama çalakiya bi bandor de pêk hat. Polîsên faşîst ên ku piştî teqînê tirsiyan, gule li dora xwe reşandin. Gelek polîs û ambulans sewqî cihê çalakiyê hat kirin. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê milîsên me bi awayekî ewle ji qadê derketine.”

MAK’ê di dawiyê de bang li tevahiya milîsên Kurdistanê kir ku bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşînê mezin bikin û ji bo çalakiyan seferber bibin.