‘Bi destûreke adil re dê garantiya mafên jinan were dayîn’

Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hiyam Xelîl got divê bi rêya destûrê jin ji tundî û destdirêjiyê werin parastin û garantiya mafên wan were dayîn.

‘Bi destûreke adil re dê garantiya mafên jinan were dayîn’
19 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîyam Xelîl diyar kir wekheviya hemwelatîbûyînê bingeha avakirina civakeke biedalet e û garantî dide ku jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin.

Hiyam Xelîl li ser mafên jinên Sûriyeyê ji ajansa me re axivî û got divê derfeta kar bidin jinan û li pêşiya wan vekin ku çalak tev li jiyana siyasî, aborî û civakî bibin. Her wiha anî ziman ku divê jinan perwerde bikin, hemû qeydên li pêşiya pêşketina jinan dibin asteng, rakin û wiha lê zêde kir: “Ji mafê jinan e ku bi mêr re wekhev bin û di parastina civakî de garantiya mafên wan bidin.”

Ji bo destûra Sûriyeyê yê nû Hiyam Xelîl destnîşan kir heke destûr li gorî qanûnên rewşa kesayetî were nivîsandin û saziyên şopandina rewşa jinan hebin û destûrê nedin adet û kevneşopî li pêşiya jinan bibin asteng, dê rewşa jinên Sûriyeyê were guhertin.

Ji bo jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin Hiyam Xelîl wiha axivî: "Heke destûra nû ya Sûriyeyê were nivîsandin û di piratîkê de pêk neyê, dê jin nekarin çalak cihê xwe di qada siyasî, aborî û sivîl de bigirin. Di hemû qanûnan de cûdahî dixin navbera jin û mêr de û jinan ji mafên wan mehrûm dikin. Ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin divê qanûn derbikevin, jin aliyê aborî de pêşbikevin, qanûnên cudahiyê dixin navbera jin û mêran, betal bikin, dest bi hemleyên perwerdeyê bikin û nêrandina civakê ji jinan re bighuerînin."

Ji bo cezakirina kesên destdirêjiyê li jinan dikin jî got girîng e ku werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin. Têkildarî kiryarên têne kirin raporan amade bikin û ji bo rêxistinên herêmî û navneteweyî bişînin. Komîteyên şopandina saziyan ava bikin û kesên destdirêjî û tûndî li jinan dikin, bişopînin. Divê di jiyanê de wekhevî navbera jin û mêran de çêbe.

(np)

ANHA