Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe

Li bajarê Hesekê pirsgirêka çopê girantir dibe, şênî gazinc dikin û şaredarî hewl dide li gorî derfetên xwe çareser bike.

Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
Pirsgirêka çopê li Hesekê girantir dibe
23 gulan, 2026   04:55
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Diyardeya kombûna çopê li bajarê Hesekê bû sedema ku bêhn bi taxên çop lê heye, bikeve û kêzik derkevin. Bi werza havînê re dibe ku nexweşiyên çerm jî derkevin.

Ajansa me têkildarî kombûna çopê nêrînên şêniyên Hesekê û xebatkarên şaredariyê girt.

Beşar Mihemed ku dikandar e, got li herêmê tevgera bazirganiyê zêde ye û gelek xwaringeh û dikanên şîraniyê hene. Her wiha diyar kir ku her tim çop li kolanan heye û dîmeneke nexweş dide, gel û xwediyên dikanan ji vê rewşê ne razîne û gazincên xwe dikin.

Mihemed ji bo şaredariyê jî got: "Şaredarî her sê rojan carekê û carinan jî hefteyek derbas dibe heyanî ku tê çopê radike. Çop li kolanan kom dibe, em gelek caran çûn şaredariyê û me gazincên xwe kirin lê kesek bersiva me nade û vê pirsgirêkê çareser nake. Demsala havînê em ê zêdetir zehmetiyê bibînin. Dê bêhnên nexweş û kêzik belav bibin."

Dilo Qasim jî têkildarî heman pirsgirêkê wiha got: “Belavbûna çopê li herêma bazirganiyê ne dîmenekî xweşe. Şaredarî karê xwe dike lê belê her sê rojan carekê çopê rabike, têrê nake û çop li ser hevdû kom dibe. Eger şaredarî rojane jî çopê kom bike dê dîsa çop komî ser hevdû bibe. Tevgereke bazirganiyê ya zêde heye û çop zêde ye. Hejmareke mezin a xwaringeh û dikanên firotina xwarinê hene, çopa wan zêde ye û bêhna wê derdikeve. Di havînê de dê kêzik jî derkevin û bibe sedema nexweşî derbikevin. Ez dixwazim ku çareseriyeke baştir bibînin û ji kokê ve pirsgirêka çopê were çareserkirin. Xwediyên dikanan û xwaringehan ji carekê zêdetir bi insiyatîfa xwe xwestin ku herêmê paqij bikin. Em bi hêvî ne ku şaredarî zêdetir bi xwediyên dikan û xwaringehan re bibe alîkar û pirsgirêk çareser bibe."

Hevseroka Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Hesekê Cîhan Xelîl têkildarî pirsgirêkê ji ajansa me re axivî û got: "Hesekê bajarekî gelekî mezin e û emrazên me yên paqijiyê kêm in. Piştî ku peymankar xwe ji herêma rojhilat a bajar vekişand em di komkirina çopê de gelekî zehmetiyê dibînin."

Cîhan Xelîl anî ziman ku wan ji bo paqijkirina bajar xwe bi rêxistin kiriye û wiha got: “Sibehê beş başûr a bajar û bazar, êvarê jî beşên rojava û rojhilat ên bajar tên paqijkirin. Em bi derfetên xwe yên kêm hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Gel jî bi rêya komîn û meclisan dibe alîkar. Têkildarî paqijiyê me broşûr belav kirin û li taxan bi komîn û meclisan re civiyan. Bi vê hemleyê re me xwest ku şênî bi me re bibin alîkar û di wextê hatiye diyarkirin de çopa xwe deynin derve."

Ji bo rewşa bajar jî Cîhan Xelîl wiha got: "Eger karkerên paqijiyê karê xwe baş nekin şênî dikarin li gel şaredariyê giliyê wan bikin. Bajarê Hesekê jî bajarekî gelekî mezin e. Gelek koçber lê hene û çop gelekî kom dibe. Rojane bi tonan çopê tê komkirin û derdixin ji derveyî bajar."

Ji bo plansaziyên şaredariyê Cîhan Xelîl got: "Me hemleyên paqijkirina bajar zêde kirin. Me ji bazarê û derdora wê dest pê kir. Taxa Xiwêran û herêma rojava jî paqijkirin. Berî du rojan taxa Mişêrfê, bazara El Hal û Til Tewîl paqij kirin. Niha taxên beşê rojava yê bajar weke El Şerîa ma ne em ê paqij bikin."

Cîhan Xelîl anî ziman ku beşên şaredariyê bihevre ketine tevgerê û wiha got: "Beşên şaredariyê xwe birêxistin kirin. Beşê tendirûstiyê destpêkir bajar rojane derman dike, ji ber di havînê de bêhna çopê derdikeve û kêzik zêde dibin."

Her wiha Cîhan Xelîl got qutbûyîna ava stasyona Elok jî dibe sedem ku di kanalîzasyonê de pirsgirêk derkevin û têkildarî planên şaredariyê wiha got: "Em ê emrazên xwe çêkin û bi rêya beşa şopandinê pirsgirêka çopê bişopînin. Em bi hêvî ne ku komîn û meclis bi me re bibin alîkar da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

(np)

ANHA