‘Zimanê kurdî nasname ye, nabe were paşguhkirin’

Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê diyar kir ku zimanê kurdî beşeke sereke ya nasname û çanda kurdî ye, divê di destûrê û perwerdeyê de were mîsogerkirin.

‘Zimanê kurdî nasname ye, nabe were paşguhkirin’
‘Zimanê kurdî nasname ye, nabe were paşguhkirin’
‘Zimanê kurdî nasname ye, nabe were paşguhkirin’
‘Zimanê kurdî nasname ye, nabe were paşguhkirin’
23 gulan, 2026   07:40
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Mamosteyên zimanê kurdî û xwendekarên ji bajarê Hesekê paşguhkirina zimanê kurdî rexne kir û girîngiya parastina wê wek beşeke çand û nasnameya kurdî vegot.

Mamoste Jînda Ehmed bi bîr xist ku bi dehan salan zimanê kurdî hatibû paşguhkirin, lê gelê Kurd parastina wê kir û bi destpêka şoreşa Rojava re derbasî dibistanan û saziyên perwerdeyê bû.

Jînda Ehmed anî ziman ku zimanê kurdî dîrok û nasnameya gelekî kevnar e ku nifş bi nifş parastina wê kiriye. Jîndayê di dewama axaftina xwe nêzîkatiyên hikumeta demkî yên li hember ziman û mafên gelê Kurd, mîsogernekirina heya niha ya zimanê kurdî di destûrê de rexne kir û bang kir ku zimanê dayikê mafekî bingehîn e, divê bibe zimanekî fermî di qada perwerdeyê û destûrê de.

Mamoste Medya Elî jî rakirina nivîsa kurdî ji tabeleya avahiya dadê ya bajarê Hesekê red kir û bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe bi salan tê koşiye.

Medyayê anî ziman ku ziman nasname, çand û hebûna dîrokî ya gelê Kurd e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bi çand û zimanên xwe bijîn. Kurd jî bi çand û zimanê xwe ve girêdayî ne, şert û merc çi dibin bila bibin dest ji zimanê xwe bernade."

Xwendekara bi navê Canda Remo jî diyar kir ku zimanê kurdî nasname û hebûna Kurdan e û got: "Kurdan ji bo parastina ziman bedelên mezin dane. Em neqebûlkirina wê wek zimanekî fermî di dibistanan de red dikin."

Canda Remo diyar kir ku ku dê xwepêşandanan bidomînin heya ku zimanê kurdî bi fermî were qebûlkirin.

(bb)

ANHA