Şêniyên Dêrikê: Em destûreke demokratîk dixwazin

Şêniyên bajarê Dêrikê xwest destûreke demokratîk were nivîsandin ku mafên jinan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger bike. Şêniyan da zanîn ku bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, avakirina sîstemeke adilane û wekhev a dûrî paşguhkirin û înkarê hewce dike.

Şêniyên Dêrikê: Em destûreke demokratîk dixwazin
23 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku destûra nû ya Sûriyeyê divê bibe bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a hemû pêkhate û neteweyên wê û mafên siyasî, çandî û civakî biparêze.

Eyşe Ebdo anî ziman ku destûra heyî li ser esasê dûrxistina pêkhateyan ava bûye û aliyekî tenê temsîl dike. Eyşe Ebdo got ew destûr pirrengiya neteweyî û çandî li Sûriyeyê napejirînin.

Eyşe Ebdo bal kişand ser pirrengiya civakî ya Sûriyeyê û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Li Sûriyeyê Ereb, Kurd û Suryan û pêkhateyên din hene. Bi dehên salan mafên van pêkhateyan hatin binpêkirin. Divê destûreke nû were nivîsandin ku mafên hemû pêkhateyan bêyî cudabûn nas bike."

Eyşe Ebdo di dewama axaftina xwe de îşaret bi rewşa jinan jî kir û da zanîn ku tevî rola mezin a jinan a ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve di qadên leşkerî, siyasî, civakî û aborî û hwd jin jî ji destûrê hatin dûrxistin.

Nayîf Elî got şoreşa Sûriyeyê bi dirûşma azadî û rûmetê dest pê kir, lê salên dirêj ên şer û bandorên wê yên keçberkirin, kuştin û talankirin bûn sedema bêhviyeke mezin. Elî da zanîn ku gelê Kurd bi dehên salan ji mafên xwe yên zimanî, çandî û nasnameyî bêpar hat hiştin û got, divê destûra nû mafên rasteqîn ên tevahî pêkhateyan mîsoger bike û hişmendiya dûrxistin û serdestiya yekalî ji holê were rakirin.

Nayîf Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk a li ser esasê aştî û edaletê heye ku dawîn li şer bîne û aramiyê li welat pêk bîne.

Selama Mihemed jî destûra li ser bingehê dûrxistina pêkhateyan û tecrîdkirina wan ji nasname û çanda wan red kir. Selamayê destûrek xwest ku mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî mafên biparêze.

Selama Mihemed der barê jiann de jî got, jin hîna bedelan didin û roleke sereke di civakê de dilîze, gelê Sûriyeyê avakirina Sûriyeyeke hêvî dike.

(bb)

ANHA