Pîrozbahiyên Newrozê bi bangên berxwedan û têkoşînê bi dawî bûn
Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi dawî bûn. Beşdarên pîrozbahiyan soza berdewamkirina berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civakeke demokratîk dan.
Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya civaka demokratîk e” bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê ên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen, li 11 navendan kom bûn û di nava coş û hevgirtina gel de Newroz pîroz kir.
Li kantona Cizîrê 7 pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin. Li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Tirbespiye, Girkê Legê, Amûdê û Dirbêsiyê Newroz hate pîrozkirin.
Li kantona Firatê, piraniya pîrozbahiyan ji bo rêzgirtina qurbaniyên komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanî pêk anî, hatin betalkirin. Lê Girê Miştenûrê bi hezaran kes bi awayekî sembolîk kom bûn. Li kantona Reqayê, pîrozbahî li stadyûma bajêr hate lidarxistin. Li kantona Tebqayê jî şahî li Stadyûma El Sed bi beşdariya koçberên Efrîn û Şehbayê hate lidarxistin.
Pîrozbahî bi dîlanên li ber stranên şoreşgerî û gelêrî bi dawî bûn.
(k)
ANHA
Reqa
Amûdê
Kobanê
Qamişlo
Heleb
Girkê legê
Tebqa
Çûlbistan
Tirbe sipiye
Hesekê
Dêrîk