Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin
Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser taxa Tufah a Xezayê de zarok jî di nav de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên filistînî, hêzên Îsraîlê li taxa Tifah a rojhilatê Xezayê avahiyên niştecihan bombebaran kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama bombebaranê de zarokî ji di nav de 5 kes hatine kuştin û hin din birîndar bûn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku birîndar û kuştî rakirin Nexweşxaneya El Mamedanî ya li bajarê Xezayê.
(bb)