Pêşeng û şoreşger Firyal Silêman Xalid li Kerkukê hat qetilkirin

Pêşeng û şoreşgera ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid di encama êrişa çekdarî de li Kerkukê hate qetilkirin.

Pêşeng û şoreşger Firyal Silêman Xalid li Kerkukê hat qetilkirin
18 ÇILE, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên piştî nîvro de li dijî şoreşger û pêşenga ji bajarê Hesekê yê ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid êrişeke çekdarî pêk hat û hate qetilkirin. 

Êriş li taxa Serçinar a bajarê Kerkûkê pêk hat. Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrişî Firyal Silêman Xalid kirine.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dane, 2 kesên rûyê wan girtî li ser motorsîkletê bi 8 guleyan li Firyal silêman xalid reşendinê û di cih de şehîd bûye. Piştî êrişê cenazeyê Firyal Silêman Xalid rakirin Tiba Edlî ya Kerkûkê.

Her du kesên êrişkar ji cihê bûyerê reviyane û heta niha nehatine binçavkirin.

Polîsên Kerkûkê ragihand ku wan der barê êrişê de lêkolîn û lêpirsîn dane destpêkirin û ji bo kesên êrişkar jî fermana binçavkirinê hatiye derxistin.