Xwendekarên Efrîn û Şehbayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabin.

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
18 ÇILE, 2024   20:10
ŞEHBA

Xwendekarên Peymana Tenduristî û Peymana Şehîd Viyan Amara yên Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê daxuyaniyek da û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêmê Mihemed Mihemed û Bêrîvan Elî li pêş avahiya Peymangeha Tenduristiyê ya li navçeya Ehdasê bi beşdariya endamên her du peymangehan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tevahî dîroka êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û sûcên wan ên revandin, qetilkirin, wêrankirin û koçberkirina şêniyan bi armanca guhartina demografîk û têkbirina hebûna Kurdî dizanin.

Di dawiya daxuyaniyê de xwendekarên Peymangeha Tenduristî û Peymangeha Şehîd Viyan Amara êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û bombebarankirina binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember van sûcan rabe.

(fr)

ANHA