Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin

Konferansa hiqûqî bi awayekî hiqûqî û qanûnî bal kişand ser peyman û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan û êrişên dewleta Tirk a dagirker wek sûcên şer û sûcên dermirovî û qirkirina komî nîşan da. Di konferansê de encamname hat xwendin, ji wê divê hevgirtineke qanûnî li dijî dewleta Tirk li dadgehên navneeweyî hebe.

Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin
Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin
Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin
Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin
Hiqûqnasên Cizîrê û civaka sivîl li ser êrişan nîqaş kirin
18 ÇILE, 2024   22:11
QAMIŞLO

Bi hevkariya Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Cizîrê, îro konferansa hiqûqî bi beşdariya endamên nivîsgeh û desteyên Rêveberiya Xweser a Cizîrê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û jinan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar ket.

Dîwana konferansê ji rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma, rêveberê Meclisa Edaleta Civakî Xalid Bercis û hevserokê Yekitiya Parêzeran Ciwan Mihemed, hat hilbijartin.

Evîn Cuma diyar kir ku armanc ji konferansê eşkerekirin û diyarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belgekirina wan e da ku hesab jê bê xwestin û ew bê darizandin û got: "Êrişên dagirkeriyê hemû pîvan û peymanên navneteweyî û hiqûqî bin pê kirine."

ˊZIRARÊN ÊRIŞANˊ

Di benda duyemîn a konferansê de deste û saziyên Rêveberiya Xweser bi rêya endamên xwe zirarên ku ji ber êrişan gihîştine binesaziyê û saziyên xizmetguzariyê û yên sivîl bi hejmaran diyar kirin.

SAKTORA ENERJIYÊ

Rêveberê Nivîsgeha Enerjiyê Îbrahîm Yûsif diyar kir ku hemû stasyonên kehrebeyê yên li bajar û navçeyên li ser sînor hatine wêrankirin, lêçûna çaksazkirina wan 57 mîlyon dolar e, her wiha 12 tûrbînên berhemdayîna kehrebeyê li stasyona Siwêdiyê ya gaz û kehrebeyê jî rawestiyane.

Yûsif got: "Me rewşa awarte ragihand da ku em kehrebe û sotemenî ji bo saktorên sereke wek saziyên tenduristî, yên avê û aşan peyda bikin."

Hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantonê Ciwan Mihemed diyar kir ku ji ber êrişan hemû bîrên petrolê rawestiyane û ew tenê xwe tenê dispêrin petrola ji zeviya petrolê ya Omer û got: "Hedefgirtina saktora petrolê bandor li hemû saktorên din kir. Berî her tiştî pêwîstiya aş, bîrên avê û saziyên xizmetguzariyê bi petrolê heye û dê ji wan re petrol bê peydakirin."

SAKTORA ABORÎ Û PÎŞESAZÎ

Cîgirê hevserokatiya Desteya Aboriyê Ehmed El Hiwêd wiha axivî: "Êrişan bandoreke mezin li aborî û pîşesaziyê kir, di encama wan de 7 kargehên mezin wek aş û firne û kargehên taybet û giştî hatin hedefgirtin, her wiha kehrebe li ser saktorên aborî û pîşesazî hat qutkirin."

SAKTORA PERWERDEHIYÊ

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê Mustefa Ferhan got: "Ji ber êrişan pêvajoya perwerdehiyê ji bo demekê rawestiya û zirar gihîşt hin dibistanan, her wiha hezar û 22 dibistanên kantonê ji kehrebe û avê bêpar man. Ev jî sûcê herî qirêj ê li dijî mafên mirovan e."

KARESETEK MIROVÎ LI HERÊMÊ RÛ DIDE

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî Silêman Ereb êrişên dewleta Tirk a dagirker wek kareseta mirovî ya mezin bi nav kir û got: "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî çavkaniyên avê bi rêya qutkirina avê di çend rojên dawîn de berdewam bû ku hemû stasyonên avê yên sînorî û stasyona Sefan ji kar rawestiyan. Di encamê de zêdetirî nîv mîlyon kes bê av man, niha jî ji 450 bîrên avê yên stasyonên ku kehrebe ji ser wan hatiye qutkirin tenê 124 bîr dixebitin."

ÊRIŞ METIRSIYÊ DIDIN EWLEHIYÊ Û DAIŞ'Ê VEDIJÎNIN

Cîgirê hevserokatiya Desteya Hundirîn Reyam Exte destnîşan kir ku êrişan ewlehî û aramiya herêmê kêm kir, ji ber ku navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bendên kontrolê hatin hedefgirtin. Bi wê re derfet li pêşiya çalakbûna şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û reva ji girtîgehan hat vekirin.

SAKTORA TENDURISTIYÊ

Cîgira hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Hediye Omer diyar kir ku hedefgirtina navendên tenduristiyê û navendên berhemdayîna oksejînê xetek sor e û got: "Tevî wê jî desteyê tedbîr girtin lê ew jî tenê demkî ne."

ÊRIŞ LI GOR QANÛNA NAVNETEWEYÎ

Piştî xwendina raporên deste û nivîsgehan û radestkirina wan ji bo dîwana konferansê, raporeke hiqûqî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên wê ji aliyê Ciwan Mihemed ve hat xwendin.

Mihemed destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li gor qanûna navneteweyî ya mirovî û qanûna navneteweyî ya giştî ya mafên mirovan sûcên şer in û pêwîst e sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Mihemed wiha zêde kir: "Em vê raporê pêşkêş dikin da ku em kiryarên rejîma Tirk bi awayekî qanûnî binirxînin. Hedefgirtina binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saktorên av, kehrebe, petrol, perwerdehî, û pîşesazî û qetilkirina sivîlan qanûna navneteweyî ya mirovî binpê dike û li gor qanûnê wek sûcê qirkirina komî û sûcên dermirovî û sûcên şer tên naskirin."

Her wiha êriş li gor pergala sereke ya Romayê 17/7/1998 û protokola yekemîn û peymanên Cinêvê yên 1949'an, peymana mafên zarokan 1989'an hatin nirxandin.

Her wiha bal li ser madeya 51'ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kişandin ku dewleta Tirk a dagirker wê yekê dike bihane ew jî "xweparastin e", li ser wê parêzer û hiqûqnasan got: "Tu binpêkirin ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li dijî Tirkiyeyê nehatine kirin û tu gef nehatin xwarin, li gel wê jî tu delîl û belge tune ne."

NÊRÎN

Deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin ku beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e hikumeta Şamê li hemû civînên qanûnî û hiqûqî û dadgehên navneteweyî giliyan li dijî dewleta Tirk a dagirker veke ji ber ku ev xaka Sûriyeyê ye, her wiha teqezî bi hevgirtina hiqûqî û qanûnî ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û belgekirina wan û xurtkirina têkiliyan bi hiqûqnas û rêxistinan re ji bo darizandina sûcdaran, dan.

ENCAMNAME Û DAXWAZ

Di dawiya konferansê de Xalid Bercis daxuyaniya dawîn û encamname xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku konferans ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera 12  û 16'ê Çileyê de hat lidarxistin û got: "Ev sûc berdewama siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tecrûbeya Rêveberiya Xweser in tevî ku rêveberiyê tu metirsiyekê ji bo dewleta Tirk çênake."

DAXWAZÊN ME WIHA NE

Em helwesta civak û saziyên xwe yên sivîl û rêveber li hember êrişa dewleta terorî spas dikin, her wiha bang li gelê xwe dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Her wiha pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî xwedî li erkên xwe yên exlaqî û qanûmî derkeve ji ber ku bêdengiya wê dê nehêle pêvajoya şerê li dijî terorê û pêkanîna aramiya herêmê bidome. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku qada hewayî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire û bang li Rûsyayê dikin ku ew jî yek ji dewletên garantor e ku xwedî li erkên xwe derkeve û bang li NY û Meclisa Ewlekariyê dikin ku xwedî li rola xwe derkevin.

Em bang li hiqûqnasên azad û dewletên demokratîxwaz dikin ku bi awayekî lezgîn li dijî dewleta Tirk a faşîst û serokê wê Erdogan li gor qanûnên navneteweyî û mirovî bi tawana pêkanîna sûcên dermirovî, qirkirina komî û sûcên şer, giliyê vekin.

Em bang li hêzên demokratîk ên niştîmanî yên Sûriyeyî, Kurdistanî, herêmî û navneteweyî dikin ku li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê xwedî li erkên xwe derkevin.

Pêwîst e sûcdarên êrişan di serî de Erdogan û hikumeta wî û berpirsên wî yên îstixbaratî û leşkerî wek sûcdarên şer li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

(mh)

ANHA